Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatê Tirkiyê benderên xwe li ser barên nefta Îranê daxist

12:03 - 22 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Welatê Tirkiyê tu gemiyeke neftê ku ji aliyê Îranê ve hatibe şandin vernagire.

 Li gorî raporên belavbûyî, bi sebeba çalakkirina baykutên aborî yên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê,tevî nîşandana nerazîbûna li hemberî yasaya qedexkirina kirîna nefta Îranê, tevahiya benderên xwe li ser gemiyên Îranê daxist.

Tirkiye ku dostê herî nêzîk yê rejîma Îranê bû, bi sebeba aloziyên dinavbera Îranê û Amerîkayê de, û parastina berjewendiyên xwe yên derheq kirîna Samana berevaniyê ya “mûşekî li Rûsiyayê, digel Amerîka û Naotyê rastî astengiyan dihat, û herwisa bo xwe ji baykutên aborî yên Amerîkayê dûr bixîne, kirîna neftê li Îranê betal kir.

Kompaniya “En Tubraş” mezintirîn kompaniya pazongeha neftê ya Tirkiyê ye, derheq kirinîa nefta Îranê  li idjî Amerîkayê givaş xistibûn da ku mohleta lêborînê derheq kirîna neftê li Îranê berdewam bike, lê, rastî dijberiya Amerîkayê hat û neçar ma da ku kirîna neftê li Îranê bide sekinandin.

“Êshaq El-Heq” şirovekarê bazara neftê  li Tirkiyê got, çar roj piştî bidawîbûna mohleta lêborîna baykutan, gemiyeke neftê ku 130 hezar ton nefta xam li Îranê higirtibû, ji rêya Behra Navîn bo Tirkiyê  dihat, lê, piştre rêya xwe guherî û  samana nîşandana niqteya xwe jî vemrand,  û şirovekar li gorî vîdyoyên mahwarî ku nîşan didin, guman dikin ku, vê gemiyê barê xwe li bendera Banyas a Sûriyê  vala kiriye.

Tirkiyê di destpêka Adarê kirîna neftê li Îranê kêmkir û bo dabînkirina hewcehiyên xwe, ji welatên wekî Îraq, Rûsiya û Qezaqistanê nefta xwe dabîn kir.

Li gorî rapora nûçegihaniya “Routerse”, hinardekirina nefta Îranê, di heya meha derbazbûyî de, aliyê kêm nîv milyon bermîl kêm kiriye.

  Piştî bi dawîbûna mohletên lêborînê yên Amerîkayê ku ji hin welatan re dabû, Amerîkayê ev mohlet lêborînê bidawîkir û niha ji tu welatekê re mohleta kirîna neftê nade û dibe hinardekirina nefta Îranê sifir be.