Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatên Erebî, rejîma Îranê bi gefeke mezin bo ser xwe dizanin

11:46 - 1 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Piraniya Welatên dewera Rojhilata navîn û bi taybetî welatên Erebî, rejîma Îranê weke gefeke mezin bo ser ewlwhiya xwe dizanin.

Serkomarê Yemenê, Ebdrebe Mensûr Hadî, got: gefên rejîma Îranê bo ser Yemen, dewerê, û Cîhanê û Gemîvaniya Nawnetewî, roj bi rojê berfireh tir û zêdetir dibin.

Wezîrê derweye Behrêynê jî ragihand ku Îran dest tevdaniyê li Welatên dewerê de dike û daxaz kir ku bila berahîk jê bête girtin.

Berdevkê hewalbendiya Welatên Erebî, Tirkî El Malikî jî got, girûp û taqmên terorîstî li dewerê de hemi girêdayê Îranêne û bona kurt kirina destê Îranê di nava Welatan de, dibe li destpêkê de em wan destên Îranê bibirin û kurt bikin û ji nav bibin.

Piraniya Welatên dewerê li ser wê baverêne ku, Serkomarê Amerîka tenê qise dike û basê givaşên ser Îranê dike, lê bona bi kiryar kirina gefên xwe heta naha çi pêngawek nehavêtiye.

Basê hindê heye ku Mihemed bin Selman Welîehdê Erebistanê li hember gefên Îranê de, gefa hindê kiriye ku bona kurtkirina destê Îranê, dê Welatê Îs`rail bi fermî binase.