Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyên Kurd dibine qurbaniya pizîşkan

13:20 - 13 Tebax 2019

Kudistanmedia: Welatiyekî Kurd ê xelkê devera Kotul bi sedema şaş lêdana derzî ji aliyê Pizîşkan ve, canê xwe ji dest da.

Welatiyekî Kurd ê bi navê “Mihemed Elîgî lo” ê xelkê devera Kotul a ser bi bajarê Xoye, bi sedema şaş lêdana derzî ji aliyê pizîşkê nexweşxaneya Xuminî a bajarê Urmiyê ve, canê xwe ji dest da.

“Mihemed Elîgî lo” xelkê devera Kotu bû û eve çend sal bû ku di bajarokê Îslam Abada Bajarê Urmiyê de jiyan dikir, û nexweşiya gurçik hebû û bo tedawiya pîzîşkî di nexweşxaneya Xuminî a bajarê Urmiyê de hatibû razandin.

Navbirî bi sedema derzî lêdana şaş ji aliyê pizîşkê nexweşxanê ve, rastî nesaxiya mêjî hat û canê xwe ji dest da, û malbata navbirî bi wê sedemê şikayeta duktorên nexweşxaneya Xumînî kiribûn, lê berpirsên rejîmê bersiva wan nedane.

Her di vê pêwendiyê de, roja Duşemî 14`ê Gelawêjê, Mihemed Îbrahîmî, temen 5 salî, bi sedema şaş lêdana derzî ji aliyê pizîşkê nexweşxaneya bajarê Mehabadê ve, canê xwe ji dest da.

Di heyama çend mehên derbasbûyî de çendîn kes bi sedema şaşitiya pizîşkan bûne qurbanî, û berpirsên rejîmê jî wê pirsgirêkê çareser nakin.