Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyên Kurd ên Bakûrê Kurdistanê xwenîşandan kirin.

11:56 - 20 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Di bajarên Bakûrê Kurdistanê de bi sedema derkirina Şaredarên Kurd ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve, welatiyên Kurd xwenîşandan kirin.

Pêka nûçeyên belavbûyî, bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi sedemên cuda, şerdarên HDPê yên Bajarên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê ji ser kar hatin dûrxistin.

Her bi vê sedemê, welatiyên Kurd di piraniya bajarên Bakûrê Kurdistanê de li dijî wê biryarê xwenîşandan kirin.

Navenda Giştî ya HDPê di derheq derkirina şaredarên xwe li ser kar daxûyaniyek belav kir û nerazîbûneke tûnd nîşan da.

HDP dibêje biryara hikûmeta Tirkiyê li dijî îradeya Kurdan dijminahiyeke eşkere û derbeyeke siyasî ye. Hikûmeta Tirkiyê di hilbijartinê de ser neket, lê niha bi darê zora dewletê dest di ser şaredariyan de girtiye.

HDP bang li aliyên demokratîk ên Tirkiyê dike ku ev ne tenê pirsa HDP û pirsa Kurdan e. Ev pirsa hemû xelkê Tirkiyê ye. Bila bêdeng nebin û bêdengî pejirandina vê biryarê ye.