Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Werzişvanekî Kurd karî serkeftinê bi dest bîne

11:41 - 28 Îlon 2019

Kurdistanmedia: ciwanekî Kurd ê xelkê bajarê Dihokê di werzişa boksê de karî serkeftinê bi dest bîne û navê xwe li Guinnesê tomar bike.

Pêka nûçeyên ku Nûçegihanên hikûmeta herêma Kurdistanê belav kirine, roja Înê 5`ê Rezberê, li bajarê Duhokê ya sere bi Başûrê Kurdistanê, ciwanekî Kurd ê bi navê “Mistefa Reşîd”, ku 55 demjimêr û 14 xulek û 23 saniyeyan bê navber mist li kîsê boksîngê xistin û rekora cîhanê şikand.

Wî ciwanê Kurd di dema boksîngê de û ji bo şikandina rekora cîhanî, bi ti awayî destên xwe ji avêtina boksan ranewastandin û herwiha qet rûnenişt û her li ser lingan ew kîsê boksîngê da ber mistan.

Herwiha di dema boksîngê de, xwarin û vexwarineke gelek kêm ji wî xortê Duhokî re hatiye dabînkirin ku kesên derdorê xwarin dayînê û wî dest ji avêtina boksan bernedaye.

Serokê Federasyona KUBO li Duhokê ji Nûçegihaneke hikûmeta herêma Kurdistanê re aşkere kiribû ku wan 3 kamêra li derdora wî ciwanê Duhokî danîne, da ku çavdêriya wî bikin.

“Ferşîd Îsa” dabû zanîn ku, bikaranîna derman û madeyên bihêz jî, ji wî werzişkarî ve hatibûn qedexe kirin û gotibû divê ew bi şiyana laşê xwe bikare di wê hewldanê de serbikeve.

Berê rekora di vî warî de bi 55 demjimêr û 10 xûlekan, bi navê ciwanekî Kurd ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê hatibû tomar kirin, lê “Mistefa Reşîd” ew rekore ji pênase ji wî wergirt û navê xwe li Guinnesê tomar kir.