Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîfedarên îdareya Karûbarên Ava Îranê bîrên avê yên derdora gola Urmiye dihejmêre

11:57 - 3 Gulan 2019

Kudistanmedia: Îdareya Karûbarên Ava Îranê, li hewza gola Urmiye mejûlî hejmartina bîrên avê ne.

Îdareya Avê ya rejîma Îranê bi merema hejmartina bîrên avê yên derdora gola Urmiyê, hin wezîfedarên xwe amadkirine da ku li di nav zevî û baxçeyên vê herêmê çavdêrî bikin û hejmara bîrên avê bi dezgeha “GPS” diyarîbikin da ku hem hejmara van û hem jî navê xwediyê van binivîsin.

Rejîma Îranê çend salan carekê amara bîrên avê digire û yek ji sebebên hişkbûna gola Urmiyê kolandina bîrên avê daye zanîn û niha hin wezîfedarên xwe bo vê herêm şandine da ku hejmara bîrên avê û xwediyê van bidin zelalkirin.

 Rejîma gendel a Îslamî a Îranê li pey hincetekêye da ku, hevwelatiyan tawanbar bike û cezayên pere ji van re bibire.

Neberpirsbûna û lêhatînebûna karbidestên rejîmê li hemberî jiyana xelkê Îran û Kurdistanê   pirsiya cotiyaran di hemû warî de girtiye.

 Çêkirina bendavan li ser çavkaniyên gola Urmiye, bûye sedem  gola Urmiye ber bi hişkbûnê biçe û ev gola li pêxema siyasetên şaş yên vê rejîma gendel û neberpirs, ji nav diçe.

Bilindkirina nirxa ava vexawrên û ava çandiniyê bi hederdana ava çandiniyê li pêxema berjevendiyên xwastên karmendên îdareya karûbarên avê û firotina avê û deregn berdana ava bendavan bo avdaniya zeviyên çandiyê cotyar bêzar kirine.

Ji ber bilindbûna nirxa avê û dereng berdana ava bendavan bo cotiyaran, hevwelatî neçarkirine da ku,  dest bi kolandina bîrê avê bidin  û bikarin berhemên xwe  ji hişkbûnê biparêzên û jiyana xwe pê derbaz bikin lê, piştî derbazbûn ji bûyerên xwezayê yên wekî sirr û barana gurr û lehiyê, niha dibe digel astengiyên rejîmê wekî bilinkirina xercê çandiniyê li avê heya kûd û xizmetkariyên alavên mikanîkî yên çandiniyê û ji hemiyan xirabitir nebûna bazar û kêmbûna nirxa berhemên cotiyaran  rikeberiyê dike û sedemên wiha cotyar bêzar dike.