Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîfedarên şaredariya Ciwanroyê êrîşî ser destfiroşekî dikin

00:42 - 16 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Wezîfedarên şaredariya Ciwanroyê êrîşî ser destfiroşekî dikin, û difna wî dişkînin. 

Li gora nûçeya ku gihîştiye nûçegihaniya “Kurdistanmedia”yê, roja Sêşemiyê 25`ê Banemerê Wezîfedarên şaredariya Ciwanroyê alav û tiştên destfiroşekî dişkînin, û piştre li wî jî dixin, û difna wî dişkînin. 

Eva yekem car nine ku Wezîfedarên şaredariyê êrîşî ser kasibkar û destfiroşan dikin, û serbarê bêhurmetiya bi wan, tiştûmiştên wan jî dişkînin, yan jî dest bi ser de digrin. 

Xelk li kurdistanê bi sedema hejarî û bêkariyê neçar dibin ku hawara xwe bo karî destfiroşiya li ser kolanan bibin, ku gellek caran digel êrîşa wezîfedarên şaredariyê berbirû dibin. 

Kurdistana Îranê bi sedema piştguhxistina ji aliyê rejîmê ve, di pileya yekem ya bêkariyê di Îranê de ye, bi taybetî navçeyên sînorî ên Kurdistanê ku ji bo bijîwa jiyana xwe neçar dibin hawara xwe karê bizehmet û îza û metirsîdar ê kolberiyê bibin.