Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîra karûbarê derve ya Sû`êdê des ji kar berda

12:58 - 7 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Wezîra derve ye Sû`êdê ragihand ku dest ji posta xwe berdid e, û sebeba wê jî, serdana Mihemedcewad Zerefî bo wî welatî bû.

Wezîra karûbarê derve ya Sû`êdê “Margut Walistrom”, Piştî serdana Wezîrê derve yê rejîma Îranê Mihemedcewad Zerîf bo Sû`êdê, ku kevtibû ber gazindan, roja Înê ragihand ku dest ji karê xwe berdid e.

Rexne ji “Margut Walistrom”î dihatine girtin ku pêşwazî ji Zerîf kiriye.

Wezîra karûbarê derve ya Sû`êdê sebeba dest ji kar berdana xwe, ragihand ku li dema serdana Zerîf bo Sû`êdê, polîsên Sû`êdê, xwenîşanderên dijber ê rejîma Îranê tepeser kirin û tûndûtîjî bi dijî wan bikar anîne.

Hewceye bête gotin ku li dema serdana zerîf bo welatê Sû`êdê, sedan kes ji Îranî yên dijberî rejîmê, bona eyana nerizayetiya xwe li hember pêşwaziya Sû`êdê ji Zerîf re, rijiyane ser kolanan ku rastî tepeserî û reftarên tûndûtîjane ên polîsên Sû`êdê hatinbûn, û ew yeke jî, Wezîra derve ya wî welatî dilgiran kiribû.