Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Derve yê Firansayê: Em nikarin destêverdanên rejîma Îranê di deverê de qebûl bikin

19:59 - 2 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê tevî givaşên cîhanî û Herêmî, li ser dirustkirina alozî û destêverdan di welatên Rojhilata Navîn û kiryarên terorîstî berdewam e.

“Jan îyû Ludiryan” Wezîrê Derve yê Firansayê, di civîna Şêvra Pêwendiyên Derve yên digel Amerîka de gotiye ku: Çalakiyên rejîma Îranê, gefek in li ser Rojhilata Navîn û herwiha berevajiyê berejewendiyên Washington û Fransayê ne.

Rejîma Îranê di Rojhilata Navîn de, di pey berfirehkirina desthilata siyasî û leşkerî a xwe di deverê de ye, ji bo ber bi pêşvebirina têoriya xwe ya dijî mirovahiyê.

Wezîrê Derve yê Firansayê, di vê civînê de îşare bi çalakiyên alozkirinê yên Îranê di deverê de kiriye û ragehandiye ku: Em nikarin destêverdanên rejîma Îranê, û pawanxazî û zêdexwaziyên wan qebûl bikin.

Rejîma Îranê di dawîn destêwerdanên xwe di Îraqê de, bi çekdarkirin a “Heşda Şe`ibî” û fermandarîkirina wê girûpê, dest bi ser Îraqê de girtiye, û di çarçoveya siyasetên pawanxwazî û zêdexwazî yên xwe de êrîş ser Başûrê Kurdistanê dike.

Rejîma dagîrker a Îranê, li Rojhilata Navîn di welatên weke: Yemen, Sûriye, Behryên, Îraq û Filistînê de, ji aliyê siyasî û leşkerî ve piştevanî dike, û bi dirustkirina girûpên terorîstî, destêwerdanê di nava karûbarên wan welatan de dike, û herwiha mejûlî vê ye daku desthilata xwe di welatên Afrîqayê de jî zêde bike.

Herwiha “Lurdyan”, zêdebûna bernameyên navikî yên Îranê, wekî metirsyekê li ser civika cîhanê dide zanîn.

Eva di halekî de ye ku, rejîma Îranê tevî givaş û dorpêçên cîhanî ji bo bidawîanîn bi çalakiyên navikî û mûşekî yên xwe, her wek berê berdewam e.