Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xamine`î bas ji zêdekirina asta berhemanînê dike

13:20 - 22 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Rêberê rejîma Îranê di civîna heyeta dewletê de got dibe em piroseyên berhemanînê zêde bikin û aboriya welat jî bihêz, da ku baykut tu bandorekê li me nekin.

Xamine`yî rêberê rejîma Îslamî a Îranê digel heyeta dewletê civiya û got: Dibe piroseyên berhemanînê zêde bikin û asta berhemanînê jî bilind bikin, ev axavtinê rêberê rejîmê di demekê dene ku, bi sebeba dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê, nîva karxane (febrîqe) navendên Pîşesaziyê yên Îrane hatine daxistin û kedkar betal bûne.

Bi sebeba givaşên aborî û nebûna alav û madeyên berhemanînê, karxane û navendên Pîşesaziyê roj li pey roj betal dibin, di rewşa han de, xwedî kar şiyana dana heqdestê kedkaran nînin, û dabînkirina dahata jiyanê bo welatiyan dijwar bûye.

 Herwisa bi sebeba paremana heqdestê kedkaran, ev heyama du salane ku bi awayekî berdewam meşên nerazîbûnê Ii hûndirî welat bi rê ve diçin.

Rayedarên rejîma Îranê, bi axavtinên wiha dixwazin xwe lihemberî dîtingeha cîhanî bihêz nîşan bidin, lê, givaşên aborî yên li ser welat, betaliya welatiyan, hejarî û destengî, her tiştî bi zelalî derdixîne holê.

Her di vê pêwendiyê de, Elîriza Zakanî yê bi nav nûnerê bajarê Taranê li mecilsa rejîmê di nameyekê de ku ji Wezîrê Îtila`ata rejîmê Hucetol El-Îslam Seyîd Mehmûd Elewî re nivîsiye wiha gotiye, asta bilind a destpêsiya çend hezar yan çend Deh hezar milyardî û hebûna berprisîn destpîs û jênehatî di welat de û herwisa xemsariyên berpirsên di wî warî de, û binpêkirina yasayê derbeyên giran li civakê xistiye.

Rewşa aboriya Îranê wisaye ku, berprisên rejîmê bixwe jî îtraf bi binpêkirina Yasa,destpîsî û jênehatîbûna rêveberên welat dikin, û di rewşa wiha de Xamine`yî bas ji bihêzkirina aboriya welat û zêdekirina asta berhemanînê dike.