Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xamineyî dibêje xwenîşandana xelkê Îraqê, karê dujmine

12:25 - 8 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Elî Xamineyî rêberê rejîma Îranê li derbarê xwenîşandana xelkê Îraqê de ragihand ku dujmin dest têde heye.

Elî Xamineyî ku nerizayetiya xelkê Îraqê bi dijî rejîma xwe dizane û serkevtina xelkê Îraqê bi sernixûniya parek ji deshilata xwe dizane, nekarî xwe bigre û hate qisedanê û bi avayekî eşkere kevte dijayetiya xelkê serhildayîye Îraqê.

Herwisa Xamineyî li hejmara taybete xwe li tora civakiye Twîtêrê de belav kir, xwenîşandanêt li Îraqê de fitne û pîlangêriya dujminane û dê bête pûç kirin.

Li demekê de daxwaza sereke ya xwenîşanderên Îraqî kurt kirina destê Îranê li Îraqê deye û rejîma Îranê bi sebekarê hemi rojreşiya xwe dizanin, Elî Xamineyî dibêje: xelkê Îraq û Îranê bi hegera xoşvaniya Ehli beyt û Îman bi Husêyn, can û dil û cestê wan têkel bûye, û got peywendiya wan du welatan roj bi rojê bi hêztir dibe.

Xamineyî li demekê de wan qisane dike ku xelkê Îraqê rejîma Îranê dujminê xwe dizanin.