Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xamineyî ji Sipahê xast ku sinûran nenasin

12:38 - 3 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Elî Xamineyî li civîna di gel fermanderên hêzên Sipaha terorîste Pastaran de, destê Sipahê beredayî kir da ku bikare pitir kiryarên terorîstî li dewerê de encamp bide.

Xamineyî daxwaz ji sipahê kir ku li her derê dikarin bila eniya berxwedaniyê biparêzin, bila Sipah erkê xwe tenê li nava sinûrên Îranê de nebîne û bila li çwarçêva cografiyayeke berteng de xwe nebîne.

Xamineyî Sipaha terrorist erkdar kir ku  dikarin destêwerdanê li hemi dewerê de bikin, û bi eşkere daxwaz ji sipaha pasdaran kir ku rewşa welatên Rojhilata Navîn aloz bikin, û rasterast fermana terorîstiyên xwe li ser ragihandinan radigehîne.

Ev biryar û daxwaza Xamineyî li derheq kiryarên Sipahê li derweyî sînoran û erkdar kirina sipaha pasdaran, dikare pitir herêmê aloz bike .

Rejîm Siyaseta aloz kirina welatan bi berxwedana bingehîn didin xûya kirin.