Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, bi lidar xistina çalakiyên banghêjî, yad û bîra şehîdên gel, “Dr. Sadiq Şerefkenî” bilin nirxandin.
Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Sêşemî 19`ê Xermanan, endam û alîgirên PDKÎ li devera “Şarwêran” a ser bi bajarê Mehabadê, yad û bîra şehîdkirina rêberê mezin ê netewa Kurd, “Dr. Sadiq Şerefkendî” bilind nirxandin.
Emegnasên rêbaza aştî û azadî, komek berçav tirakt û posterên taybet bi wê rojê li cihên cuda ên wî bajarî, belavkirin û herwisa bi nivîsîna siloganên wekî: “Dr. Şerfkendî di rêbaza xwe de zîndî ye, bijî Rasan, bijî PDKΔ, çalakiyê banghêjî lidar xistin.
Ew cihên ku çalakiyên banghêjî birêve birin wiha ne: “Bajarê Guwêktepe û gundên Hacî Xoş, Gabazele, Kêçawa, Cehad Abad, Qeredax, Qicyawa, Gapîs, Xurxore, Talawa Kanî Berzan û Goristana Şebek”.
Her bi vê hilkeftê, xebatkarên Demokrat li bajarê Pîranşarê, bi xemilandina alaya pîroz a Kurdistanê, belavkirina tirakt û poster û nivîsîna silogan, çalakiyên berfireh ên banghêjî lidar xistin.
Ew cihên ku çalakî birêve biribûn wiha ne: “Xurînc, Lawên, Girdkişane, Endêzê, Qeleban, Şinozeng, Geplesen, Karxane Qend û derdorê”.
Herwisa endam û tekoşerên Demokrat li bajarê Bokanê, bi hilkefta 26`ê Xermananê, bi belavkirina posterên taybet û Sîdiyên Hizbê, çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Ev cihên ku çalakiyên banghêjî lidar xistine wiha ne: “Bilwara Şems a Burhan, pira kevin a Mîrava, meydana Wehdet û herwiha li gundên Dirwêşan, Qacar, Qerelî û Pîrmihemed.”