Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xebatkarên Demokrat çalakiyên tebilîxî encam didin

10:29 - 20 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên Partiya Demokrat, li bajarê Bokan û Merîwanê çalakiyên tebilîxî lidar xistin, û careke din peymana xwe digel hizb û xebata nû ya Rojhilat, nû kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, êvariya roja 26`ê Rezberê, xebatkarên Demokrat, li bajarê Bokanê li ser riya “Hemamyan” û “Enbar” a girêdayî devera “Ehmedîkor”, bi nivîsîna silogan û xemlandina alaya Kurdistanê, soz û qewlên xwe digel hizba xwe nû kirin.

Herwisa, alîgêr û dostên emeginas yên hizbê li gundê, “Silên” a girêdayî devera Hewramanê jî, bi nivîsîna siloganên hizbê li ser pira wî gundî, peymana xwe nû kirin.

Xebatkarên Demokrat,bi awayekî bê naviber, bi encam dana çalakiyên tebilîxî, emeginasiya xwe derheq hizb û şehîdên Kurdistanê, nû dikin.