Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xebatkarên Demokrat digel pêşmergeyên Demokrat peymana xwe nû kirin

17:46 - 6 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên hizbê di bajarên wekî  Şino û Pîranşarê de, bi lidarxistina  çalakiyên tebilîxî soz û peymana xwe digel hêza pêşmergê Kurdistan û Partiya Demokrat nû kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia” yê, şeva 13`ê Xezelwerê,  xebatkarên Demokrat li gundê “Koneqella”   a girêdayî bajarê Şinoyê de, di heyama hefteya derbazbûyî de ev bo cara çendê ye ku  çalakiyên  tebilîxî  birêve dibin, û bi nivîsîna siloganên şoregerî, pareke xuya ji dîwarên  wî gundî xemlandin.

Parek ji van siloganan  wiha ne:

Bijî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bijî Qasmlo,  bijî Rasan, û bijî Demokrat.

Çalakiyên bi vî rengî, di Kîlsîpan a bajarê Pîranşarê de jî, bi awayekî berfireh  hatine lidarxistin, nîştimanperweranê vê deverê jî piştevaniya xwe ji Rasan û hêza  Pêşmergê Kurdistanê re nîşan dan ku, bo bi cihê dilgermî û keyfxweşiya  xelkê wê deverê.