Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xebatkarên Demokrat peymana xwe digel rêbaza şehîdên Kurdistanê nû kirin

13:28 - 29 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Desteyek ji xebatkarên Demokrat bi armanca nûkirina peymana xwe digel rêbaza şehîdên Kurdistanê, di salroja şehîdkirina fermanderê şehîd, “Îbrahîm Şêxalî” çalakiyên teblîxî encam dan.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên PDKÎ, 7`ê Cozerdana 1397`an, roja şehîdkirina fermanderê şehîd “Îbrahîm Şêxalî” çalakiyên teblîxî lidar xistin.

Xebatkarên Demokrat di roja şehîdkirina fermanderê lêhatî yê Hizba Demokrat, di gundê “Peswê” li cihê jidayîkbûna şehîd “Îbrahîm Şêxalî” wêneyên taybet yên navbirî belav kirin, û herwisa bi nivîsîna siloganan di piraniya şeqam û kolanan, û cihên taybet ji bo mînak Pirtûkxane, Salona Werziş û mizgevtan de çalakiyên teblîxî  bi rê ve birin.

Hêjayî basê ye ku, xebatkarên Demokrat, alaya rejîma kevneperest a Îranê jî, di pirtûkxwaneya vî gundî de anîne xwarê.

Şehîd “Îbrahîm Şêxalî” xelkê gundê Peswê û fermanderê hêza şehîd “Niho” û endamê “Heyeta Birêveberî a Komîte Şaristana Urmiyê” bû, wî fermanderê lêhatî, di roja Cozerdana 1364`an, di dervera “Cirmebêkan” a girêdaTergewer a Urmiyê, de, di şerê dijî dagîrkeriya rejîma Îranê de hatibû şehîdkirin.

Termê fermanderê şehîd bi sedema rewşa taybet a di dema şehîdbûnê de, di ciheke taybet a çiyayên vê deverê de bi axê hatibû spartin.