Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelk dibe kar bike û dewletê xwedî bike

11:12 - 4 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Elî Muteherî nûnerê meclisa îslamî ragihand: xelk dibe kar bikin û dewlet bi perê wan bê xwedî kirin.

Elî Muteherî, nûnerê bajarê Tahranê di hevpeyvînekê de digel Ajansa Nûçeginaiya “Tesnîm” a ser bi rejîma Îranê re ragihand: Ti vateyek nîne ku dewlet dawiya her mehekê pare bi xelk re bide, xelk dibe kar bikin û pere bi dewletê re bidin.

Li gorî raporên aborî, amara hejarî di astek metirsîdar de ye, dewlet bi cihê ku hejaran xwedî bike, bi milyardan dolar alîkariya gurûpên terorîstî di derveyê welat de dike.

Navbirî daye zanîn ku valekirina yarane ne kareke başe û rejîm rastî kêmbûna bûdceyê hatiye û dibe rejîmê pêşî lê bigre. Û dibe xelk biçin kar bikin û perer bi hikûmetê re bidin.

Eve di halekê de ye ku rejîm bi berdewamî alîkariya xelkên Felestînê dike û ji girûpên terorîstî ên wekî, Hemas û Hizbulaha terorîstî re bi milyarada pere dişîne, û hevwelatiyên wî jî di asteke herî xirab de dijîn.