Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelk rehînê destên cellad in

18:07 - 7 Çirriya paşîn 2018

Kerîm Perwîzî

Di hemberî siyaseta serkutkarane û tawanbarane ya rejîmê û deshilatên stemkar de, tenê rê serhildan û dijberiya hemû rûçik û biyavên deshilata nerewa ye, jiber ku ew cure deshilat karekî ku dikin, yan bixwe xelkê serkut dikin, û ji nav dibin, yan xelkê wekî rehîn digrin, bona berdewamiya rejîma xwe.

Komara Îslamî ku bi salan e serberedayîtî û tevdanîkariyan dike, wekî hertim di pêxema mana rejîma xwe de, û bona belavbûn û rehdakutana terorîstane bo hemû cihekî navçeyê, hemû nirxekê bi ser xelkê din de disepîne, û amade ye ku xelkê bike qurbaniyê siyasetên xwe ên şaş.

Piştî rêkketina Bercamê derfeteke din bi rejîma Îranê hate dan, ku hêdî-hêdî xwe digel cîhanê rêk bixe, û berev rejîmeke normal pêngavan bavêje. Rejîmeke normal ku hem rêzê ji yasa û pirensîpên cîhanî bigre, û hem jî hewl bide ku ji derfetan bona vegeşiyana welat û jiyana baştir a xelkê mifahê wergire, lê herwek ku me dizanî, û hatibû pêşbînîkirin, rejîmeke îdeolojîk û pawanxwaz û zêdexwaz wekî rejîma Îranê, van cure rêkkevtinan ne tenê bo geşekirina welat, belku bona vegeşandina terorîzmê û şerxwaziyan bi kar tîne.

Ew pêngav bûye sedema cardin vegeriyana dorpêçan li ser rejîma Îranê û aboriya wêran ya welat ber bi wêraniya zêdetir ve pêngavan davêje.

Lê di vê navberê de, wekî hertim neteweyên Îranê û xelkê akinciyê welatekî belalêdayî wekî Îranê ne, ku dibin qurbaniyê siyaseta pawanxwazane û serberedayiyane ya rejîma zal bi ser Îranê de.

Ruhaniyê serkomarê rejîma Îranê, piştî vegeriyana hemû dorpêçan li ser rejîma Îranê, di roja 14`ê Xezelwerê de, dibêje ku ew dorpêç tenê zextê dixin ser xelkê, û zext û givaşê bo çi tişteke din nahînin!.

Ew gotin her çend ku hinek tiştên nerast tê de ne, û vegeriyana dorpêçan perê destên rejîma terorîst û Spaha Pasdaran a terorîst kêm dike, û wan bêhêz dike, lê nîşana felsefeyeke tawanb arane ya rejîma Îslamiya Îranê ye!

Di hemû cîhana azad û civaka mirovahiyê de, dema ku kirîzek berbirûyê welat dibe, deshilatdar û xwedîpêgehên welat hemû nirxekê ji xwe û ji hêza leşkerî ya xwe dadinên, da ku kirîz derbaz be, û xelk bigihîjin asûdeyiyê.

Lê di rejîmeke wekî deshilata dasepayî ya Tehranê de,   serkomarê vê rejîmê bi ew qasê bêşermî ve, vê yekê qebûl dike, ku xelk wekî rehîn girtine, û hindî ku zextê bo rejîmê bînin, ew jî xelkê dikin mertala belayan, û wekî rehînekê rû li cîhanê, dibêjin ku ger zextê bixin ser me, xelk wê bê êşandin!

Ew yek rast e ku dorpêç ji nan û sivka Xamineyî û Rûhanî û tawanbarên din yên vê rejîmê kêm nake, lê hemû kiryar û pêngav û siyasetên wan zêdetir diselimînin ku ew rejîma, ne tenê deshilateke îdarekirina welat nine, belku bandeke mafyayî û terorîstî ne, ku neteweyên Îranê wekî rehîn girtine, û dibe ku bi her awayekî bibe, hewl bo rizgarkirina rehînan ji destên mafyaya Komara Îslamî de bidin.