Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Berazcanê jî tevlî nerazîtiyan dibin

10:48 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Nerazîtiyên xelkê bajarên başûrê Îranê ji ber nebûna ava vexwarinê berfireh dibin.

Ev heyamek e ku xelkê bajarên başûrê Îranê ji ber pîsbûn û nebûna ava vexwarinê dengê nerazîtiya xwe hildidin.

 Berpirsên rejîmê jî weke siyaseta hertimî a xwe, guhên xwe ji bo xwestekên rewa ên xelkê kerr kirine û hêzên çekdar berdidin canê neraziyan. Li gor hin vîdyoyan ku di torên civakî û di medyayê de hatine belavkirin, roja şemiyê 16’ê Pûşpera 1397’an a Rojî (7’ê Tîrmeha 2018’an a Zayînî) xelkê bajarê Berazcanê ê Bûşêhrê ji ber nebûna ava vexwarinê li wî bajarî, derketin qadan û meşên nerazîtiyê pêk anîn.

Ev pênc roj in ku ava lûleyan li wî bajarî tine ye û berpirsan jî heya niha di hember de ti karek encam nedane. Xelk di vîdyoyan de dibêjin:

“Berpirsên nehêja dev ji kar berdin, netirsin netirsin em hemû bi hev re ne, dujminê me li vir e çima dibêjin Amrîka, diziya peran kêm bikin pirsgirêk çareser bin, heku qayîmqam neyê vir îşev dibe qiyamet.”

 Ev du heftî ne xelkê bajarên Xuremşehr, Ehwaz û hin bajarên din ên başûrê Îranê dengê nerazîtiya xwe li hemberî bê aviyê hildane lê heya niha berpirsên rejîme ti çareserek ji bo kirîza pîsbûn û nebûna avê li wan bajaran peyda nekirine.