Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê hejar ji ber bilindbûna nirxan nikarin hewcehiyên xwarinê bikirin

15:59 - 29 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Di Îranê de ji ber bilindbûna nirxa tiştên xwarin û yên din, xelkê hejar û desteng nikarin hewcehiyên rojane yên xwe dabîn bikin.

Li gorî raportên belavbûyî, nirxa tiştên xwarin û vexarin  û tiştên din bi qasekî bilind bûne, ku xelkê hejar û desteng şiyana kirina wan tune ye, ji bo mînak nirxa  1 kîlo sêvik (potato) gihîştiye 4500 Tûmenî û badimcan (tomate) jî di bazaran de peyda nabe.

Eva di demekê de ye ku, karbidestên Îranê rojane, tiştên xwarinê ji bo welatên Îraq û Tirkiyê dişînin, û “Qasim Êzetî” berpirsê Yekîtiya barfiroşên Urmiyê ev yeka pejirandiye ku bilindbûna nirxa badimcanê (tomate) û sivikê, ji ber veguhastina wan bo welatên derve ye, û navbirî pêdagîrî jî kiriye ku sedema serekî a bilnidbûna nirxan şandina  tiştên xwarinê bo welatên derve ye.

 Rewşa derbazkirina xelkê Îranê bi qasekî xirab bûye ku heya xelkê şiyana kirîna hewcehiyên xwarin, hewcehiyên dersxwendinê bo zarokên xwe … hwd tune ye, û carna jî hevwelatî  ji ber destengî û neçariyê bi awayên cuda dawiyê bi jiyana xwe tînin, ji bo mînk roja borî hevwlatiyekî  Kurdê xelkê bajarê Urmiyê yê temen 40 salî li şeqama Ferhengiyanê de ji ber destengiyê xwe bidar vekiriye.

Herwisa berpirsê Yekîtiya barfiroşan  yê bajarê Urmiyê gotiye ku sêvik (potato) û badimcan (tomate) wekî hewcehiyên rojane yên hemû xelkî ye, û bi kêmkirina veguhastina wan bo welatên derve nirxa  van jî wê kêm bibe.

Bilinbûna nirxan di Îranê de, piştî vekişiyana Amerîkayê ji hevkirina Bercamê û  danîna dorpêçên aborî  li ser Îranê, dest pê kiriye.

Hêjayê basyê ye ku, xelkê Îranê şiyana dabînkirina bijêva jiyana xwe tunîn, û bi neçarî dest bi karên kirêt wekî diziyê jî dikin, û berpirsên rejîmê jî, di malên xwe  de tirombîlên bi nirx ên zêde wekî “BMW”  hene.