Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Îranê çima nerazî ne?

19:25 - 20 Nîsan 2018

Mistefa Hicrî

Meş û rabûna xelkê Îranê li dijî rejîmê di meha Befranbara sala borî de, bi awayekî giştî gihîşte nêzî sed bajaran. Aliyê herî kêm yê xisara vê rabûnê bo xelkê Îranê, destbiserkirin û girtina bi hezaran kesî û kuştina 25 kesan (li gora gotina berpirsên rejîmê) di encama serkutkirina xelkê meşvan ji aliyê hêzên serkutker ên Komara Îslamî a Îranê ve, û kuştina pênc kesên girtî li jêr îşkenceya di girtîgehan de bûye.

Lê nirxa van meşên xelkî bo rejîmê di biyavê siyasî, çandî, û civakî di navxwe û derve de girantir ji vê bû ku bê cubrankirin. Armanca vê nivîsê baskirina ji çawanî û nirxandina van xisaran nine, jiber ku eva behseke dirêj, û gotarên din dixwaze, lê armanca nivîskarê vê nivîsê baskirina ji bersivandina vê pirsê ye ku “Xelkê Îranê çima nerazî ne?”.

Bersivandina rast ya vê pirsê di vî warî de girîng e, ku seranên rejîmê û kirêgirtiyên rengbireng ên wan, bizanebûn û bi armanca kêmnirx nîşandana vê rabûnê, herwekî derbazbûyî hewl dane ku bîrûraya giştî bixapînin, û girûpeke din jî nebizanebûn û li jêr bandora pêla berfireh ya piropagendeyên rejîmê ku ji riya hezaran tirîbonên mizgevtan, kanalên televîzyonî, radyo, rojname û navendên fikrî û teblîxî ên rejîmê ku bombebarana hizrî ya xelkê dikin, bi awayekî din di rastaya armancên rejîmê pêngavan hildigrin, eva di demekê de ye ku tu ragehandineke azad û serbixwe di vî welatî de tuneye, ku di hemberî van pêlên bihêz de, xelkê digel bersiva rastîn ya vê pirsê nasyar bike.

Rejîmê hemû şiyana maşîna piropagendeya xwe bi kar anîye, da ku bikarin pirsa rabûna giştî ya xelkê nerazî di meha Befranbarê de, ku heta niha di formên curbicur de (Gireva kedkaran, karsazan û bi taybetî meşa xelkê Ereb ê Ehwazê) dom hebûye, di biyavê aborî de berteng bike, û bi vî rengî biyavên din ên sedemên nerazîbûnan ku giştgîrtir ji biyavê aborî ne, veşêrin.

Ew rejîm her ji rojên destpêka hatina bo ser deshilatê hemû hewla xwe da, ku ji Îranê dojehekê bo xelkê xwe çê bike, ku bîrjêkirina wê jî zehmet bû, û elheq hewl û bernameyên wê jî di doma çil salên borî de, di biyavê guherîna Îranê bi cehnemê tewaw serkevtî bûye. Yek ji bernameyan wêrankirina aboriya Îranê bû. Darêtina bi hûrî ya siyasetên navxweyî û hevahengkirina siyasetên derveyî ji bo çêkirina dijminan û mezaxtina dahatên berfireh ên welat di rastaya sergirtina îdeolojiya pozbilindane (bilindfirane) ya zêdexwaziyên xwe, bona gihîştina bi rêberatiya cîhana Îslamê cuda ji gendeliya hevsarberedayî ya hikûmetî karî ku xelkê ji nanê ser sivka xwe jî bêpar bike. Rejîm di pêşvebirina vê siyaseta aborî de li pey vê armancê bû ku nanê xelkê jî di nava lepên xwe de hebe, da ku bi vî rengî hemû ewên ku digel siyasetên rejîmê nînin bitirsîne, û gefa qutkirina nanê wan bixwe, û ji vê riyê ve hêza xwe ya serkutker di navxwe û hêzên dagîrker û destêwerder di derveyî welat de li jêr navên wekî Spaha Pasdaran, besîc, û ...hwd roj bi rojê berfirehtir bike, jiber ku di “Umulqera ya Îslamî” ya Îranê de, ew tex ne tenê destên wan nagihîje devên wan, belku di talankirina malên giştî, gendelî, û rantxwariyê de serbest û azad hêlane.

Ew aboriya wêran ku rejîm wê wekî aboriya Îslamî! bi nav dike, tenê beşek ji kêşeya xelkê Îranê ye, ku rojane digel wê de serûkar hene, û her rojê bi aloziya wê ve zêde dibe.

Ji bilî kêşeya aborî, vê rejîmê bi hezaran kêşeyên din jî bo xelkê afirandiye, ku her yek ji wan kêmnirxtir ji kêşeya aborî ji bo wan nînin, bi awayekî ku bingeha civaka Îranê tevlihev kirine.

Kêşeyeke din berfirehkirina îtiyadê wekî xisareke civakî ye. Pûşpera sala 1396`an Perwîz Efşar berdevkê Navenda Xebata li dijî madeyên muxedir, hejmara mu`itadên ku berdewam madeyên muxedir bi kar tînin di Îranê de, 2 milyon û 808 hezar kes ragehand.

Li gora lêkolînên Wezareta Tendirustiyê ku encama wê di roja 19.10.1396`an de hate ragehandin, nêzî %24 ji xelkê Îranê rastî kêşeyên derûnî hatine. Nûçegihaniya “IRNA”yê ji zimanê cihgirê Wezîrê Tendirustiyê ve ragehandiye ku 6 milyon û 300 hezar kes tûşî nexweşiya xemokiyê bûne, û lêkolînên vê wezaretxaneyê bas ji vê dikin ku %6.23 ji Îraniyan tûşî kêşeyên derûnî ne, û li ser hev %7.12 ji nifûsa 15-63 salî di Îranê de rastî xemokiyê hatine.

Lêkolînên zanîngeha “Ilûmê pizişkî” ya Tehranê di salên 1378-1387`an nîşan dide ku asta belavbûna kêşeyên derûnî di nava xelkê Îranê di navbera van neh salan de %60 zêde kiriye, û gihaye zêdetir ji %34.

Hevdem digel berfirehbûna kêşeyên civakî di Îranê de, gendeliya dezgehan, û navendên hikûmetî û berpirsên asta bilind ya welat jî herikîneke ber bi jor hebûne. Ehmed Tewekulî nûnerê meclisa Şêvra Îslamî ku serdemekê serokatiya navenda lêkolînên meclisê li stû bû, bas ji gihîştina Komara Îslamî bi “qonaxa gendeliya sîstematîk” kiriye, û pêdagirî kiriye, ku “Navendên berpirsyar di warê xebata li dijî gendeliyê bixwe tûşî gendeliyê bûne”. Navenda navneteweyî ya zelaliya aborî jî tevî lêkolîna derbarê 177 welatan di sala borî de, Komara Îslamî di warê gendeliya aborî û îdarî de xistiye nava pileya 144`an de.

Bi heman awayî em dikarin hejmareke din jî bi rêzbenda bêserûberiyan û kêşeyên xelkê Îranê ve zêde bikin, ku encama siyaset û bernmayên navxweyî û derveyî ên rejîma Îranê bûne, û encama wê jî bo xelkê weha bûye:
1-Vegeşîna bilez ya serjimêriya xwekujiyê: Nûçeya “online” ya roja 28`ê Xezelwera 1396`an nivîsand: Xwekujî di Îranê de bi awayekî cihê heyrîmanê di halê zêdebûnê de ye. Dosiyeya hewldan bo xwekuştinê ji sala 1390-94`an (Di pênc salan) de, zêdebûna %66 di nava jinan, û %71 di nava mêran de hebûye. Niha Îranê pileya yekem di xweşevitandina jinan di Rojhilata Navîn de heye (Weşana Cehanê Sen`et 14.03.1396).

2-Nemana kêfxweşiyê di nava xelkê de, û guherînê wê bo civakeke tundûtîj. Saziya pizişkê yasayî di Befranbara 1395`an ragehand ku di heşt mehên yekem yên vê salê de zêdetir ji 400 hezar birîndaran serdana vê saziyê kirine, ku hemû jî bi sedema şer û pevçûna bi hev re bûye.

Ew yek heman dojeh (cehnem) e, ku rejîma Îranê bo xelkê xwe pêk aniye, niha ew xelk piştî çend dehikên berdewam rêçareya rizgariya xwe ji vê cehnemê bi dirustî di sernixûniya rejîmê de dibînin.

Ku wisa bû sedema nerazîbûna xelkê ji vê rejîmê xwediyê gellek biyavên wekî nebûna azadî, serkut û zexta zêde ya li dijî kêmaniyên olî û mesebî, serkut û şikandina neteweyên xeyrîfars, û talana çavkaniyên avî û bin`erd ên herêmên derdora Îranê, û stemên bêqas ên din li dijî xelkê Îranê ye, û kêşeya aborî tenê biyaveke wê ye ku rejîm dixwaze da ku bi mezin nîşandana wê, aliyên din ên nerazîbûna bipeçêve, lê nikarin bo heta heta xelkê bixapîne.