Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Îraqê, li ber rejîma Îranê, amade nînin alîkariya Ziyaretçiyên Erbe`înê bikin

12:12 - 12 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia:  Xelkê Îraqê kerbê kiryar û cinayetên rejîma Îranê, dijayetiya xelkê Îranê jî dikin.

Bi hegera kuştara xelkê Îraqê ji aliyê hêzên Sipaha terorîstiye Quds li xwenîşandanên çend rojên derbasbûyî de, niha xelkê Îraqê, ji Ziyaretçiyên Îranê acîzin.

Bi milyonan bavirmendên  Şî`eyên Îranê ku bona birêwe birina merasima Erbe`înê berê xwe dane Îraqê, bi berevajiyê Salên derbas bûyî ku pêşwaziyeke baş ji alyê xelkê Îraqê ji wan dihate kirin, îsal alikariya wan nakin û xizmetguzariyan bo xelkê Îranê dabîn nakin.

Praniya xelkê Îraqê evên nêzîkî derwaze û rêya hatinûçuna Îraniyan Dukan û xwaringeh û Hotêlên xwe dayxistine daku xizmeta Îraniyan nekin.

Piraniya Maşînên wan Rêkan man girtine û hatinûçunê nakin, evên ku kar jî dikin kirê li ser Îraniyan çend qat zêdetir kirine.

Xelkê Îraqê ji nifus û destêwerdanê rejîma Îranê wêzar bûne, bi taybet cehda Sipahê û Girupên girêdayî bi Îranê bo tepeseriya nerizayetiya xelkê Îraqê gelek li ser dilê wan giran hatiye.

Hêzên rejîma Îranê gelek bi başî hayl wê yekê bûne, lewma bi eşkere li derwazan de daxwazê ji Za`êran dikin ku wegerin û neçne Îraqê.