Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Kurdistanê kêfxweşiya xwe li hemberî serkevtinên hêza pêşmerge nîşan dan

13:31 - 11 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Piştî belavbûna nûçeya serkevtina hêzên pêşmergê Kurdistanê li şerê Siyakêw a Şinoyê, tex û çînên curbicur ên Kurdistanê, kêfxweşiya xwe bi awayên cuda eşkere kirin.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, piştî derbelêdana serkevtiyane ya hêza pêşmergê Kurdistanê, li dagîrkerên Kurdistanê li şinoyê, û herewisa derevderxistina daxuyaniyên rejîmê ku bas ji şehîdbûna desteyek ji pêşmergeyan kiribû, tex û çînên curbicur ên Kurdistanê bi awayên curbicur wekî belavkirina şirîniyan û şandina peyaman bo hizbê kêfxweşiya xwe ji vê serkevtinê nîşan dan.

Beşeke berçav ji endaman û alîgirên hizbê û pêşmergeyên bajar di navxwe ya welat li bajarên Pîranşar, Seqiz, Merîwan, Şino û Sine bi şandina peyaman, kêfxweşiya xwe nîşan dane, û tevî ducarîkirina peymana digel çiya, amadeyiya tewaw ya xwe bo bo careke din bi armanca birêvebirina erk û wezîfeyên hizbî ragehand.

Vê nûçeyê herwisa dengvedaneke berçav di nava torên civakî de hebûye, û çalakên siyasî û hevwelatiyên Kurdistanê bi kêfxweşî û kelecaneke bêhempa ve bas ji vê serkevtina hêza pêşmerge û şikesta rejîmê dikin.

 Herwisa beşek ji medyayên navçeyî û cîhanî ên wekî “Euronews”, “Dw”, “Al-Arabiya”, “Radiozamaneh”, bi îşarekirina bi malpera fermî ya PDKÎ wate malpera “Kurdistanmedia”yê, û herwisa Ajansa “Kurdpa”yê, nûçeyên di vê derheqê de rûmal kirin.