Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkên welatê Hong Kongê li dijî rejîma Îranê xwenîşandan kirin

13:08 - 11 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Xelkê welatê “Hong Kong”ê piştî dawî hatina topa pê a Îran û Hong Kongê, li dijî rejîma Îranê, bi sedema xwe şewitandina keçeke Îranê li ber deriyê Yarîgeha topa pê, xwenîşandan encam dan.

Roja Sêşemî 19`ê Xermanan, piştî dawîhatina topa pê a Îran û Hong Kongê di wî welatî de, xelkê Hong Kongê bi sedema bin pê kirina mafê jin di Îranê de xwenîşandan encam dan.

Xelkên wî welatî, bi gotina silogan û bilindkirina pilakardan piştevanî ji çûna jinan bo yarîgehên Îranê kirin û li dijî rejîma Îranê jî silogan dan.

Her di vê pêvendiyê de, li heyama çend rojên beriya niha, keçek bi navê “Seher Xudayarî” bi sedema ku polîsên rejîma Îranê ên ber deriyê yarîgeha topa pê nehêlan ew keçe biçe yarîgehê û temaşavanê topa pê be, wê keçê agir berda xwe û di dawiyê de dawî bi jiyana wê hat.

Her bi wê bûyerê, Fedrasiyona Cîhanî a topa pê bi bertek nîşan dan bi wê bûyerê, daxwaz ji rejîma Îranê kir ku, azadî û ewlehiya jinan di wê derheqê de cibicî bike.

Rejîma Îranê heya niha pêşî li jinan girtiye û nahêle di yarîgehan de amade bin û temaşeyê werzişê bikin, ne tenê di vê derheqê de, belkî ji hemû warekê ve mafê jin di Îranê de hatiye binpêkirin.