Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xemsarî û guhnedana berpirsên rejîmê li deverên Kurdistanê dom heye

11:58 - 25 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Bi sebeba xemsarî û guhnedana berpirsên rejîmê ên li herêmê, ev heyama salekê ye sererastkirina pira gundê Haşim Ava a girêdayî devera Mergewer a ser bi bajarê Urmiyê, dawî pê nehatiye.

Bi sebeba xiyanet û destpîsiya berpirsên rejîmê li parêzgeha Urmiye û herwisa yên li şaredariya Sîlivanya a girêdayî bajarê Urmiyê, di bodceya ku bo çêkirina pira di navbera Haşim Avayê û devera Mirgewer de hatibû diyarîkirin dizî kirine.

Ew pire li hemberî lehî û baranên gurr yên sala derbazbûyî dewam neanî û herifî.

Ev saleke li ser bûyera herifîna pira Haşim Avayê de derbaz dibe, heya niha ev pir amadeyî mifah vergirtinê nîne, û welatiyên Kurd ên ku di gundên wî deverê de rûniştîne, bo hatûçûna rastî astengiyan kirine.

Her di vê pêwendiyê de, bajaroka bi navê Spah ku rûniştiyên wî bi tevahî Kurd in, ew heyama çend salane ku, bi ser avakirina wî bajarokê ve derbas dibe, lê heya niha jî, ji îmkanatên bajarvaniyê bêpare.

kolan û şeqamên wê di rewşeke jênehatî de ne, rûnişitiyên wê deverê bi sebeba pêranegihîştina şaredariyê, rastî astengiyan dibin.