Kurdistanmedia: Sala derbasbûyî di encama topbaranên hêzên rejîma Îranê û Turkiyê bo ser akinciyên derdora Qendîlê, pirraniya akinciyên wê deverê zirarmend bûn, lê hêj hejmarek ji wan nehatine qerebûkirin.
Birêveberê Şaredêya Helşo, Qadir Ebobekir bi ajansa nûçegihaniya Peyamnerê ragihandiye: Sala derbasbûyî piştî topbaranên ser sînorê herêma Kurdistanê, heyetek ji parêzgeha Silêmaniyê serdana biniya Qendîlê kir û navên gişt wan malbtên xesardîtî li gorî cur û qasa ziraran hatin nivîsandin û bi pere hatin qerebûkirin.
Navbirî got: Di wê qerebûyê de hejmarek malbat bi cih man û nehatin qerebûkirin.
Sala derbasbûyî hêzên rejîma Îranê û dewleta Turkiyê, deverên ser sînorên herêma Kurdistanê topbaran kirin û di wan topbaranan de hejmarek akinciyên deverên sînorî hatin kuştin û bi sedan kes jî aware bûn û zirar û xesarek zaf a madî ji wan ket. Bi awayekê ku zewiyên werzêriyên û bax û bostanên wan hatin şewitandin û jimareyek zaf a pez û malatên wan jî hatin kuştin.