Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xortên bajarê Sine piştvaniyê li kempeyna 21`ê Xermananê dikin

13:14 - 7 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Xortên şoreşvan ên bajarê Sine û devera Jawero a wî bajarî, ber bi banghêjiya kempeyna 21`ê Xermananê ve çûn û pêşvazî ji wê kempeynê kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, piştî wê ku ji aliyê çalakvanên siyasî û medenî ên Rojhilatê Kurdistanê di navxwe û derveyê welat ve, kempeyna 21`ê Xermana avakirin, ciwanên bajarê Sine û devera Jawero a wî bajarî, peywest bi refên piştevaniya kempeynê ve bûn, û bi lidar xistina çalakî û girtina wêne û hêmayên wê kempeynê, piştevanî ji kempeyna 21`ê Xermananê kirin.

Kempeyna 21`ê Xermanan di hewl de ye daku, heya 21`ê Xermanan, wekî roja bihevrebûn û yekbûn û berxwedana neteweyî, bi xelkê nîştimanperwerên Kurdistanê, bi bê cuda fikirkirin, pêşniyarê bike.

Roja 21`ê Xermanan sala 1397`an, xelkê Rojhelatê Kurdistanê bi şermezarkirina cînayetên rejîma Îranê, îdam kirina ciwanên Kurd û êrîşa mûşekî bo ser binkeyên Hizba Demokrat, hemû bazar û dukanên xwe daxîn in.