Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xulamokên rejîmê li Urmiyê dixwazin netebayîyê çêbikin

13:03 - 10 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Kirêgirtiyên rejîmê di devedevê sernixuniya rejîmê de, dixwazin di navbera Kurd û Turkên rûniştiyê bajarê Urmiyê de aloziyan biafirîn in.

Dewlemendekî Kurd ê xelkê bajarê Urmiyê, erdê bazara kevin ya Urmiyê ji Şardariya wî bajarî kiriye, da ku bazar û parkîngekên pêşkevtî têde ava bike.

Bi wê hêcetê parek ji kirêgirtiyên rejîmê kevtine nerizayetiyê û Azeriyan bi dijî Kurdan han didin, û Kempeyin pêkanîne û tomaran dinîvîsin û wajoyan kom dikin.

Kesên wekî Qazîpûr û behadorî nûnerên meclîsa rejîmê jî, bi dijî kurdan bertek nîşan dane û gelek gotinên tuj bikar tînin, ku dikare bibe sebebê destpêka rijandina tovê tevdanî û dujminayetiyê di wî bajarî de.

Qazîpûr gotiye ku, Şaredar nikare axa me bifiroşe bi bîhaniyan re, yanî qazîpûr Kurdan di urmiyê de bîhanî dizane, ew gotina nezanane ya Qazîpûr dikare dijkiryara Kurdan jî bi du xwe de bîne.

Hadî behadorî jî di vê derbarê de dijkiryara xwe da kivşê û got ku: Min gotiye Şaredar, ji wê moamilê puşman bibe, û erdê bav û kalê me nefiroşe bîhaniyan, û ew karê te îxanete.

Gotinên wan bi nav berpirsên rejîmê di demekê de ye ku piraniya rûniştiyê bajarê Urmiyê Kurdin û ew karbidestên rejîmê jî dixwazin di navbera Kurd û Turkan de dualî dirust bike.