Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwanikarên Kurd daxwaza xwandina bi zimê Kurdî dikin

10:20 - 25 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Parek ji xwandikarên Kurd li Zankoya Urmiyê daxwaza zêde kirina xwandina bi Zimanê kurdî dikin.

Parek ji Xwandikarên Kurd li Zankoya Urmiyê de, bi wajo kirina nameyekê, daxwaza danana 2 yêke ji waneyên bi zimanê Kurdî kirine.

Her lewma pareke berçaw ji xwandikarên Kurd li Zankoya Urmiyê, ev daxwaza xwe pêşkêşî serokatiya Zankoyê kirin.

Wan xwandikaran li nama xwede nivisîne ku Ziman u vêjeya Kurdî gelek dewlemende û kar li ser hatiye kirin û berhemên zaf bi zimanê Kurdî hene, lewma em daxwaz dikin ku ji bona xwandina zimanê zikmakî û geşeya vêjeya Kurdî 2 yêkeyên zimanê Kurdî li zankoyê bêne danîn û xwandin.

Wan xwandikarên Kurd li nama xwe de gotine hekî Zankoya Urmiyê karekî wa bike jî, gorî yasaya rejîmêye û rê pê hatiye dank u hemû Netewên Îranê de dijîn, dikarin bi zimanê zikmakiye xwe bixwînin