Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwedî tiromibîlên barhilgir yên parêzgehên Îranê girev girtin

20:12 - 23 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Girevgirtinên çîn û texên cuda yên civaka Îranê, roj bi roj berfireh dibin, û berpirsên rejîmê ji bo çareserkirina arîşe û pirsgirêkên xelkê tu gavekê hilnagirin.

 Li gora raporên belavbûyî, roja Sêşemî 1`ê Cozerdana 1397`an, kesên ku xwediyê tromibîlên barhilgir in yên çendîn parêzgehên Îranê dest avêtine girevgirtinè, û ji berpirsên rejîmê daxwaz kirine da ku kêmasî û pirsigrêkên wan çareser bikin.

 Rapor vê yekê nîşan didin ku, xwedî tromibîlên barhilgir yên çendîn parêzgehên weke “Xurasana Rezewî”, “Hurmuzgan”, “Fars”, “Qezwîn”, “Kirman” û Îsfehan dest bi girevgirtinê kirine û daxwaza çareserkirina pirsgirêkan kirine.

 Xwediyên tromibîlên barhilgir ragehdine ku, wan bi sebeba bilindbûna nirxa bîme, evarizên riyan, komsiyona bilind a barberiyê, xercê drustkirin û kirîna parçên tiromibîlên xwe, dest bi girevgirtinê kirine, û herwisa sebeba din a girevgirtina wan ku pirsgirêkeke herî kevin e ev jî paremayìna şêweyên barberiyan e ku pêşkevtî nínin.

Her di ve pêwendiyê de, di heyama rojên derbazbûyî de, tirombîlên barhilgir yên bajarên weke Makù, Bazirigan û Urmiyê jî li hemberî zêdebûna nirxa gumrika sînorên wan bajaran dest bi girtigirtinê kirine. Herwisa di heyama rojên derbazbûyî de, xelkên bajarên weke “Bane” û “Pîranşar” jî di Kurdistana Rojhilat de, bi armanca nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî daxistina bazarçeyên sînorî yên wan du bajaran, ji aliyê berpirsên rejîma Îranê ve girev girtinbûn.

Deverên sînorî yên ku Kurd lè akincî ne, ji ber nebûna hêla kar, rû li karê metirsîdar û dijwar yê kolberiyê dikin, û salane gellek kolber bi awayên nemrovane di wan riyan de tên kuştin û niha jî bi daxistina sînoran ku take riya dabînkirina bijêva jiyana xelkê ye digire, û her bi vê sebebê ye jî ku xelkê wan deveran girev girtine.