Kurdistanmedia: Di bajarên Kurdistanê de xwekujî her berdewame wê carê jî, du jinên xelkê bajarê “Neqede û Pîranşarê” bi sedemê ne xûya destavêtine bi xwekujiyê.
Pêka nûçeyên belavbûyî, roja Şemî 23`ê Xermanan li bajarê Neqedê jinek bi navê “Seher Amûsî” temen 18 salî bi sedemek ne xûya, xwe daliqand û dawî bi jiyana xwe anî.
Herwisa di heman rojê de keçeke ciwan li gundê “Şîna Ava” a ser bi bajarê Pîranşarê xwe daliqand û bi awayekî zû malbata wê gihîştine ser û ew ji mirinê rizagar kirin, û niha jî di bin çavedêriya pizîşkî de ye.
Di Îran û nameze Kurdistanê de, her roj hevwelatiyek bi sedemên pirsgirêkên civakî, nebûna kar, bê hêvîbûn li jiyan, xemûkî û…hwd, destdiavêjn bi xwekujiyê, û dawiyê bi jiyana xwe tînin.