Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendewanekê Kurd di kêberkêya zimanên cîhanê serkeftin bi dest anî

10:51 - 30 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Xwendewanekê Kurd ê xelkê bajarê Dihokê di kêberkêya zimanên cîhanê de pileya yekem bi dest asnî.

Xwendewanekê Kurd ê bi nave “Betûl Qûteybe” akinciyê bajarê Dihokê a başûra Kurdistan di zimanê Îngilîzî, Tirkî, Firansî, Almanî, Erebî, û Kurdî şarezayeke tewaw heye û di kêberkêya zimanên cîhanê de pileya yekem bi dest aniye.

“Betûl Qûteybe” di taqîkirineke şarezaya ziman, di asta cîhanê de beşdarî kiriye û di kêberkêyekê zimanên cîhanî de pileya yekem bi dest anî.

Ew kiça Kurd ku xwendewanê pola şeşê ye, li xwendingeha “Kolêja Îşq” li Dihokê, di taqîkirineke cîhanî de li ser asta 15 hezar kesan di şarezaya ziman de, pileya yekem bi dest anî.