Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendikarên Kurd, bêkartirîn xwendekarên Îranêne

11:50 - 7 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia:  Hejmara xwendikarên Kurd ên bêkar li parêzgehên Rojhilata Kurdistanê, li gorî xwendikarên parêzgehên dinê ye Îranê, zêdetire û rêjîm  wê derheqê de jî, Kurd piştguh xistine.

Li gorî amarên ku rêjîmê bixwe belaw kirine, Xwandikarên derçuyî ên Zanîngehên parêzgehên Rojhilata Kurdistanê, bêkartirîn derçuyîyê  Zanînhehên Îranêne.

Pêka wan amaran, parêzgeha Kirmaşanê, bilintirîn asta derçuyî yên zaningehan hene û bi dû Kirmaşanê re, parêzgeha Sinê li rêza duyemîn de cih girtiye.

Ewa di rewşek deye ku parêzgehên farsnişîn, di dûmahiya wê rêzbendiyê dene û zêdetir ji parêzgehên piştguh havêtî, derfeta kar bo wan heye.

Xwendikarên Kurd bi dû derketin ji zanîngehan, bi hegera nebûna kar û rewşa aloza aborî, yan bo kirêkariyê bi bajarên dine ye Îranê diçin, yan li ser sînoran karê Kolberiyê dikin.