Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendingeha Azadî

18:26 - 22 Tebax 2018

Kerîm Perwîzî

PDKÎ 73 sal in ku xebatê dike, û di vê zêdetir ji heft dehikan de gellek têgeh û destewaje afirandine, û gellek têgehên din jî guherî ne, û bûye sedema vê ku hin têgehên din ên demserveçûyî jî di nava civakê de nemînin, û bêne jibîrkirin.

Digel bandordanîna li ser têgehan, bandoreke kûr li ser jiyana civaka Kurdistana Rojhilat û tex û çîn û tak û girûpên siyasî û civakî û kulturî jî danîne.

Li ser dîrok û kar û tekoşîn û şaşî û kêmasiyên PDKÎ wekî partiya herî bibandor di qada siyasî ya Rojhilat de, gellek hatiye gotin û gellek hatiye nivîsandin, û hemû jî min jêve nine ku bigihîje asta yek li ser dehan hezar kar û tekoşîna vê hizbê,  jiber ku dîrok û tekoşîna hizbeke weha, tenê çend bûyerek di qonaxên cuda de nine.

Ya ku di dîroka hizbên weha de rû dane, xebat û tekoşîna hezaran û sedan hezar endaman e ku her yek ji wan jiyana taybet û dîroka taybet û destana taybet bi xwe hene ku hekî edebiyata devkî, û rewşa xebatê derfetê bide, dehan hezar hemase û çîrokên hêvîxwaziya jiyana azad û cangorîtî ji bo hêvî û armancan, wê bihatibana nivîsandin.

Xwendingeha PDKÎ ji roja yekem ya avakirinê ve heya niha û ber bi siberojê jî, cuda ji hemû ders û perwerdehiyan û nivîsandina hemû destanên dîrokî û neteweyî aliyekî din ya girîng jî heye, bi navê azadiya takekesan û jiyana serbest û serfirazane ya mirovekî ku pênaseyeke serbilindane didê, û ji hemiyê jî girîngtir li her cihî bi serbilindî ve dibêje: Rojek ji rojan di vê xwendingehê de min ders gotiye, û ez fêr bûme.

Xwendingeha azadî, takên Kurdistanê hîn dike ku bifikirin, û wan fêr dike ku derûna wan û rewana wan ji wan girê û kevneşopiyan rizgar bikin, û çavên xwe ber bi rûyê cîhaneke din de vekin.

Di xwendingeha azadî de, rênisansa hizrî û dîtingehî dest pê dike, û kesê hişyar û serwext, lê amadeyê xwegorîkirinê, û bi ruha welatparêzî û xelkîbûnê perwerde dibin, lê ew yek nahê vê watayê ku hemû takek her demekê ku hate nava vê xwendingehê de, rast wisa çê bibe ku armanca xwendingehê ye. Bi xatircemî ve wekî hemû civakek din û hemû xwendingehên din dersxwanên gellek çalak û hişyar tê de perwerde dibin û dersxwanên din jî hebûne û dibin ku kêmtir hewla xwe birêkxistina digel Rasanê û rênisansa hizrî didin.  

PDKÎ xwendingeha azadiyê ye, ku dixwaze tak û girûp û jin û civak û netewe û bîrên tak û giştî, û bi awayekî gelemperî, jiyan û xebat û vegeşîna di civaka Rojhilata Kurdistana azad û xwedîbiryar li ser qedera xwe, perwerde be.