Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendingehên Îranê li jêr metirsiya madeyên sirrker de ne

19:29 - 24 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Wezareta Perwerde û Hînkirinê ya rejîmê ragehandiye, ku nêzîkî 10 hezar dersxwenî di Îranê de tûşî madeyên sirrker bûne.

 “Mensûr Kiyanî” birêveberê giştî yê nivîsîngeha parastin li hemberî xesarên civakî yên Wezareta Perwerde û Hînkirinê ya rejîmê ragehandiye ku: Nêzîkî 10 hezar dersxwenên Îranê tûşî madeyên sirrker in, û herwisa metirsiya tûşbûna 100 hezar dersxwenên din jî bi vê madeyê heye, ku piraniya wan ezmûna bikaranîna madeyên sirrker hene.

Ew rêjeya ku di amarên rejîmê de belav bûye, karesatek e ku cihê dilgiraniyê ye, lê rejîma Îranê hemî deman xwe ji belavkirina amarên rast yên derheqê xesarên civakî parasatiye. Eva ku di civaka Îranê de xuya dike, û xelk rojane digel de rûbirû ne, rêjeya zêde ya tûşbûna wan kesan e, ku temenê wan li jêr 18 saliyê de ye, û ji 10 hezar kesî zêdetir in.

Rejîma Îranê derheq lêkolînkirina li ser dersxwanên ku tûşî madeyên sirkerr bûne, li hemberî çalakvanên medenî û pisporên ware pêşîgirtin û dermankirina vê nesaxiyê astengan dirust dike, û îzin nade ku amarên rast bidin eşkerekirin.

Rêgirîkirina rejîma Îranê ji bo dermankirin û xemsariyên li hemberî diyardeya tûşbûnên vê madeya sirrker, li ser vê bingehê ye ku rejîmê bixwe derheqê siyasetên nemrovî yên xwe, bi anîna madeyên sirreker ji bo hundirî Îranê, û belavkirina vê di di nav civakê de, ji aliyê Spaha Pasdaranê ve, hewl dide da ku civaka Îranê bi taybet ciwanan tûşî vê madeyê bike, da ku hêviya jiyanê û hizra azadxwaziyê ji wan bistîne, û bingeha civakê hiloşîne.