Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan di Bakûrê Kurdistanê de dom heye

12:50 - 31 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Li Bakûrê Kurdistanê bi rojane welatî li dijî biryara hikûmeta Tirkiyê xwenîşandanan bi rê ve dibin.

Piştî derbasbûna 13 rojan di ser vêdebirina çend Şaredarên bajranên Bakûrê Kurdistanê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve, welatiyên Bakûrê Kurdistanê bi berdewam xwenîşandanan lidar dixînin.

Li bajarê Amed, Wan û Mardînê û çendîn bajarên din ên Bakûrê Kurdistanê welatî li dijî biryara hikûmeta Tirkiyê xwenîşandan dikin.

Di piraniya wan bajaran de welatî bi siloganên wekî “emê bi berxwedankirinê ser bikevin, li dijî qeyûm em dest bidin hev” xwenîşandanan dikin.

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) “Mesûd Tek”, di gotûbîjekê de digel yek ji kanalê Kurdî daye zanîn ku, biryara destnîşankirina Qeyûman biryarek siyasî û dijî hiquq û yasayan e.

Herwisa navbirî gotiye: Hikûmeta Tirkiyê îro, dixwaze rêya sivîl û demokratîkê liber Kurdan bigre, û eve jî dijberiya proseya demokrasiyê ye.

Ji aliyek din ve jî, Sekreterê Serokê Giştî yê Şaredariya Mezin a Wanê Mustafa Yalçin ji derheq dûrxistina karmendên şaredariyê de ragihand ku, wî bi zewq û keyf karmend ji kar avêtine.

Sekreterê Qeyûmê Şaredariya Wanê Mustafa Yalçin li ser torên civakî kurtê vîdeoyek belav kiriye ku, têde basa çawaniya dûrxistina karmendên şaredariyê dike.

Di heman demê de ew vîdyoya Mustafa Yalçin di nav torên civakî de, bûye cihê nerazîbûna welatiyan.