Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan di Lubnanê de berdewame

11:13 - 22 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Di Lubnanê de xelk hatine ser şeqaman û li dijî gendelîkirin û midaxile kirina rejîma Îranê di karûnbarê Lubnanê de xwenîşandanan encan didin.

Pêla xwepêşandanên Lubnanê ji 17`ê vê mehê ve destpê kiriye û heya niha jî berdewam e. Xwepêşander li dijî bilindbûna nirxê bacê û hebûna gendeliyê û midaxile kirina rejîma Îranê di karûnbarê Lubnanê de rojane dirijin ser cadeyan û bi dehan silogan li dijî hikûmet û berpirsên welatê xwe bilind dikin.

Xwepêşander daxwaza destjikarbrdana hikûmeta Lubnanê dikin, Hizbulaha li dijî wê daxwaza xwepêşanderan e.

Xelkê nerazî daxwaz dikin ku: Li welatê wan desthilat were guhertin. Destê Îranê li welatê xwe kêm bikin. Gendeliyê nehêlin.

Xelkê Lubnanê bê navber Hizbulaha terorîst tawanbar dikin ji ber rewşa xirap û qeyrana niha li Lubananê û didine zanîn ku Hizbulah yek ji bikirêgirtiyê rejîma Îranê ye.

Hizbullaha terorîst a Lubnanê ku li Lubnanê serdestiyeke wê ya zêde heye, ne digel destjikarkişandina hikûmetê ye û Hesen Nesrullah dibêje, ev hikûmet jî biçe, hikûmeta bê heman tişt dibe.

Xelkê Lubnanê dibêjin heya daxwazên me neyne cîbicîkirin, emê bi berdeweamî xwenîşandanan encam bidin.