Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan û nerizayetî û mangirtinê, seranserî Îranê girtiye

11:13 - 25 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Roj bi rojê xwenîşandan û nerizayetî û mangirtin di Îranê de bi dijî rejîmê zêde dibe û rejîm jî bi hemi avayekê cehda tepeseriya wan dide.

Li bajarê Meşhedê karmendê xanenişîn kirî, li derheq nedana hiquqê xwe, ewa sere çen rojane ku dest dane xwenîşandan û nerizayetiyê li henber bînaya parêzgeha Xorasana Rezewî.

Karkerê Pitroşîmiya Faraby li bendera Mahşehrê de li hember nedana hiquqê xwe man girtine.

Birîndar û êxsîrên şerê Îran û Îraqê, li tehranê, bi hegera nedana hiquqê xwe li henber rêkxistina bername û bûdcê, nerizayetî dane kivşê.

Bazarî û firoşyarên bazara Elaedîn le tehranê dest kirne bi mangirtinê.

Bi hegera rewşa xirabe abûrî ku hemi berhema siyaseta şaşe rejîma hakime, berdewam qat û aliyê civatgeha Îranê, berdewam nerizayetiyê didne xûya kirin û mane digrin. Rejîma dijî gelî jî bi hemi hêza xwe we dixwazê wan bê deng bike û zaf cihan hêzên rejîmê êrişî ser kesên nerazî dikin û bi tundûtîjî wan tepeser dikin.