Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan û nerizayetiya xelkê Îraqê berfirehtir dibe

12:30 - 3 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Xwenîşandana xelkê Îraqê li henber gendelî û nebûna xizmetguzariyan û bi taybetî bi dijî role rejîma Îranê li Îraqê de, geheşte pitir ji 10 Parêzgehên wî welatî.

Duruşmên piraniya Xwenîşanderên Îraqî, bi dijî nifuza Îranê ne.

Parêzgehên Bexda, Nasiriye, Kerbela, Necef, Besre, Be`eqube, Diwaniye,  El`mosena, Babil, Mîsa, Diyale û Kerkuk, ji wan cihanene ku alozin,  û xelkê nerazî dest bi ser Îdarên dewletî de girtine.

Xelkê bexdayê kontrola piraniya Îdaran girtne destê xwe û riya Firokexana navneteweyiye Bexdayê dayêxistin.

Li piraniya bajaran de xelkê Agir berdane binke û defterên Hizb û aliyên  Şî`eyên Îraqê.

Xelkê li piraniya cihan de, Duruşm bi dijî Îranê didan, weke” Îraq dê serkeve” ,” Îran dê bişkê,  Bexda dê rizgar be, Îran dê derkeve”.

Ev Xwenîşandan û nerizayetiya xelkê Îraqê, zêdetir bi dijî rejîma Îranê û destêwerdanêt vê li nava Îraqê dene , heta bi dijî Îraqê.

Rejîma Îranê bona piştîwanî ji Heşda Şe`ebî bona tepeseriya nerizayetiyan, hêza tepeserkare Sipaha terrorist  hinartiye Îraqê.