Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên xelkê Îraqê berfirehtir dibin

11:13 - 7 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Xwenîşandana xelkê Îraqê bi dijî bûna hêjmoniya Îranê li Îraqê de, roja xwe ya 6ê derbas kir.

Li piraniya Parêzgehên Îraqê û bi taybetî li herêmên Şî`eyan de, xwenîşandan berdewame û xelik bi avayê herî bê rehmane dikevne ber êriş û kuştara hêzên Heşda Şe`ebî.

Ev hêz û aliyên kû li cehda tepeserî û mat kirina dengê xelkê Îraqê de ne, tenê ev girûp û taqmên girêdayî bi rejîma Îranê ne, wêke Heşda Şe`ebî.

Heta niha hejmara kuştiyan gehiştiye pitir ji 150 kesî.Hezaran kes birîndar bûne.

Întirnêt qut kirine da ku xelik nekarin peywendiyan bigrin, Hêzên girêdayî bi rejîma Îranê êrişî ser binkên Mediya serbixwe dikin û agir berdanê da ku nekarin rastiyan belav bikin.

Tek havêjên Sipaha Qudsa terrorist kesên pêşeng û kesayetiyan dikne emanc û dikujin.

Xelkê serhildayî yê Îraqê li ber nifûz û destêverdanên rejîma Îranê li Îraqê de wêzar bûne û daxaz dikin ku destê Îranê bê kurt kirin da ku Îraq û xelkê wê nebne qurbaniyê şerxwaziya mlayên Îranê.

Pareke deshilatdarê Îraqê piştgiriya xwenîşanderan dikin û dibêjin ku şanaziyê bi helvêsta xelkê dikin, bi taybet Artêş xwe parek ji xelkê dizane û ev jî bi dijî tedexula Îranê li welatê xwe dene.