Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwepêşandanek di Almaniyayê de bo girtiyên siyasî bi rê ve çû

16:10 - 18 Şibat 2017

Kurdistanmedia: Komîteya PDKÎ di Almanê de xwepêşandanek bo piştgirî ji girtiyên siyasî yên kurd bi rê ve bir.

Roja Pêncşemiyê 28’ê Rêbendana sala 1395’an komîteya PDKÎ di welatê Alamniyayê de xwepêşandanek bona piştgirî ji girtiyên siyasî, yên kurd li ber deriyê navenda mafê mirovan, ya cîhanî “Emnistî Enternasyonal” di bajarê “Hamborgê” de bi rê ve bir.

Xwepêşandan, bi deqeyekê rêzgirtin bo canê pak yê herwrêyê tekoşer “Ebdulriza Kerîmî” dest pê kir. Piştre “Şehriyar Neqşbendî” berpirsê komîteya PDKÎ di Almaniyayê de, li ser rewşa nû a girtiyên di Îranê, êşkence û darvekirina girtiyên siyasî û bi taybetî, girtiyên siyasî yên Kurd ji aliyê rejîma terorîst a Îranê ve, bo beşdarbûyiyan axivî.

Neqşbendî di gotinên xwe de got: “Em li vir kom bûne da ku bibine dengê girtiyên siyasî. Em hatine ber deriyê rêxistna emnistî li Hamborgê bona ku bi rêya wan, dengê xwe bigehînin cîhanê, û ji wan re bibêjin ku, di girtîgehên Îranê de, û bi taybetî di Kurdistanê de tu mafek bo girtiyan nayê naskirin.”

Navbirî di doma axavtina xwe de got: “Di dadgeheke formolekirî û çend deqeyî de, girtî bêyî ku tu tawanek kiribin, yan jî bêyî ku tu dosyeyek wan hebe, rejîm hukmên zalimane û giran li ser girtiyan de disepîne.

Çened roj berê di bajarê Şinoyê de, heft kes bi bêyî ku tu tawenek encamp dabin, derbazî girtîgehê kirin, û piştre hukmê darvekirinê bo yek ji wan birîn, û ji yên din re jî, hukmê girtinê yê demdirêj dan, ku di rastiyê de, ji dema ku komara Îslamî hatiye ser kar, ev kiryarên dijî mirovahiyê heyanî niha her berdevamin, û her ji ber vê jî, dibe tu rêyek bi berpirsyarên komara Îslamî nehê dayîn, ku bi vî awayî cinayetan bike.

Piştre nûnerê cebheya Ehvazê bi vê boneyê, peyama xwe pêşkêş kir û di peyamê de piştevaniya xwe ji gelê Kurd û Rasana PDKÎ anî ziman”.

Hêjayî besê ye ku, nameyek jî bi zimanê Almaî li ser pirs û rewşa girtiyên siyasî yên Îran û Kurdistanê bo rêxistina Emnîstî hate xwendin.