Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwerêweberiya Bakura Suriyê, di gel Hikumeta Suriyê pêkhat

10:56 - 14 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Xwebirêveberiya Bakura Suriyê li daxuyaniyekê de, bona parastina sinûrên Suriyê, li gel hikûmeta Bişar Esed rêkewt û daxwaz ji Artêşa Suriyê kir ku wegere Bakura Suriyê.

Hêzên Suriya Demokratîk li Bakura Suriyê, piştî derbas bûna 5 rojan bi ser êrişa Tirkiyê bo ser Rojavaya Kurdistanê, Şeva derbas bûyî li daxuyaniyekê de bi navê Xwerêvêberiya xweser, ragihand ku li gel hikumeta Suriyê pêkhatine ku Artêşa Suriyê wager Bakura Suriyê bona parastina sinûrên wî welatî.

Li parek vê daxuyaniyê de tekesî li ser parastna xaka Suriyê hatiye kirin ku tê de hatiye: Li sala 2014ê we bona parastin û rizgar kirina Suriyê  û parastna Yêkparçeyîya xaka Suriyê, me 11 hezar şehîdan dane.

Herwisa li vê daxuyaniyê de hatiye: Piroja siyasiya me li bakura Suriyê, bangeşe bo perçe kirina Xaka Suriyê nebûye, belkî Tirkiye naha êriş kiriye ser Xaka Suriyê ku me bi xwîna Ciwanên xwe ew xake rizgar kiriye.

Li dirêjiya daxuyaniyê de hatiye, hêzên Suriya demokratîk li wan 5 rojên buhorî de li henber êrişa Tirkiyê de, bona parastina serweriya Suriyê, çendîn şehîd û birînar dane.

Li dawiya daxûyaniya hêzên bakura Suriyê de hatiye: em di gel Hikumeta Suriyê pêkhatine ku bikarin sinûr û serweriya Xaka Suriyê biparêzin. Lewma em hemi aliyekê agehdar dikin ku Artêşa Suriyê dê bikewe hemi herêmên bakura Suriyê.