Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yada 25`ê Gelawêjê bilind dinirxîn in

17:44 - 7 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, bi pêşvaziya 25`ê Gelawêjê ve çûn û piştevaniyên xwe bi Rasan û PDKÎ re nîşan dan.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Sêşemî 15`ê Gelawêjê, çavnetirsên Demokrat li gundê “Hêye” a girêdayî bajarê Şinoyê, bo pêşvazî li 25`ê Gelawêjê û piştevanî li xebata pêşmerge û Rasnê, çalakiyên banghêjî lida xistin.

Siloganên wê çalakiyê wiha ne: “Qasimlo namirî, bijî Rasan û merg bo çaş”.

Herwisa şoreşgerên rêbaza şehîd Qasimlo, li gundê “Xurişt” a ser bi bajarê Şinoyê, bi nivîsîna siloganên taybet bi 25`ê Gelawêjê, yada salvegera damezrandina PDKÎ pîroz kirin û emegnasiyên xwe bo xebata pêşmerge nîşan dan.

Siloganên wê çalakiyê wiha he: “Damezrandina PDKÎ pîroz be, em dom kiriyê rêya şehîdan in, em li ser rêbaza Qazî, Qasimlo û Şerefkendî berdewam in, 25`ê Gelawêjê pîroz be, vefadarî bi Demokrat bi rêbaza şehîdan e û bijî Rasan”.

Herwisa xortên Demokrat li bajarê Dêwulan, şeva Yekşemî 13`ê Gelawêjê, bi nivîsîna silogana ev roje bilind nirxandin.

Ew cihên ku çalakî tête bi rê ve çûn wiha ne: “Gereka Cehadgeran, gereka Şafi`î, Meskenî Mêhir û Şehreka Beharan”.

Siloganên wê çalakiyê wiha ne: “Hizba Demokrat qutabxwaneya Şoreşe, bijî Qasimlo, bijî Rasan, bijî PDKÎ, emegnasî bi PDKÎ bi rêbaza şehîdan e, berdewamî bo rêbaza Qazî, Qasimlo û Şerefkendî, Rasan berdewame û bijî Demokrat”.