Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yad û bîra 25`ê Gelawêjê bilind hate nirxandin

16:56 - 17 Tebax 2019

 

Kurdistanmedia: Di rêûresmeke mezin de, û bi boneya salvegera avakirina Hizba Demokrata Kurdistanê bi destê “Pêşewa Qazî Mihemed” û hevalên wî, yad û bîra 25`ê Gelawêjê, bilind hate nirxandin.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Pêncşemî 24`ê Gelawêja 1398`an, li binkeya sereke a PDKÎ yad û bîra avakirina PDKÎ bilind hate nirxandin.

Rêûresim bi xwandina marşa netewî a “Ey Reqîb” û ragirtina bîstekê bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir.

Piştre rêzdar “Hesen Şerefî” cihgirê yekem ê Lêprsiyarê Gişrtî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, peyama PDKÎ bi vê boneyê pêşkêş kir.

Navbirî di peyama xwe de, tevî pîrozbahiya vê rojê li tev xelkê Kurdistanê ku Partiya Demokrat wekî hizbeke azadîxwaz nas dikin, ragihand:

 “Em pîrozbahiya taybet a Partiya Demoktrat li kadr, pêşmerge û alîgirên wê hizbê dikin ku erkeke giran a bandordarbûn û bihêzbûnê girtine stûyê xwe”.

Herwisa got: “Merema me li “Rasan”ê ku wekî xebata çiya û bajar tê şirovekirin, eve ye ku xebata me giştî be, û piraniya xelkê Kurdistanê wê bi ya xwe bizanin”.

Navbirî di berdewamiyê de got: “Niha givaş li ser rejîma Tehranê çend zêde bin her hinde jî hêvî bo paşerojê bo me yê Kurd û Partiya Demokrat ronahîtir dibe”.

Piştre “Seyad Mîkayîlnijad” Pêşmergê Hûnermend, straneke şoreşvanî bi navê “Mizgîn Ey Şehîd” pêşkêşê amadebûyan kir.

Piştre payama Komîteya Hevahengî a Saziyên Demokrat ên Kurdistana Îranê, ji aliyê “Selam Îsma`îlpûr” endamê Desteya Birêveber a Yekîtiya Xwendkarên Demokrat a Kurdistana Îranê ve hate xwindin.

 Navbirî di peyama xwe de got: “Partiya Demokrat xwediyê gellek taybetmendiyên balkêş e ku pêgeha civakiya vê hizbê bi berfirehiya hemû Kurdistanê berfireh kiriye, û di kûrahiya dilê hemû xelkê de cihê xwe vekiriye”.

Herwisda di peyama wan de îşare bi vê yekê kir ku, “rêbaza Demokrat, hewleke bo vê ku mirovê Kurd li ser bingeha girîng ên wekî Demokrasî, rizgariya netewî, çareseriya dadperwerane a pirsên tebeqeyî, sêkolarîzim û yeksaniya regezî, bê perwerdekirin, û ji rêya rêkxistina şoreşvanî ve xebata xwe di wan derheqan de armancdar û kanalîze bike”.

Di pareke din a rêûresmê de, “Kamiran Serşîn” Pêşmergê Hunermend, straneke bi navê “Tirîfeya Mangeşew” pêşkêş kir.

Di parek din a rêûresmê de, girûpa sirûd a “Newiyên Qasimlo” a ser bi Navenda Nêrgizê, sirûdek bi navê “Demokrat Hêviya Bilind a Welat” pêşkêş kir.

Ev rêûresme bi dîlankirina amadebûyiyan dawî pê hat.