Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yada Gelawêjê Awyerê dixemilîne

14:15 - 5 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Bi boneya 74`emîn salvegera damezrandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, endam û alîgirên Hizbê, di Rojhilatê Kurdistanê de yada vê rojê bilind nirxandin.

Li gorî Nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Yekşemî, 13`ê Gelawêjê, rêvîngên rêbaza Dr. Qasimloyê Şehîd, li bajarê Sine, di 74`emîn salvegera damezrandina Hizba xwe de, bi lidar xistina çalakiyên banghêjî û belavkirina tirakt û posterên taybet bi 25`ê Gelawêjê, peyman digel amancên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê nûkirin.

Ew cihên ku çalakiyên banghêjî lidar xistine wiha ne: “Şareka Kurdstanê, Apartimana wîlayetî Fegîhê Şareka Kurdistan û tewekulî Feyzava”.

Her di vê peywendiyê de, Di vê pêwendiyê de, emegnasên Demokrat, roja Şemî 12`ê Gelawêjê, bi ladar xistina çalakiyên banghêjî û nivîsîna silogan li gundê “Gunbed” a girêdayî devera Somaûbiradust a ser bi bajarê Urmiyê, piştevaniyên xwe li xebata Demokrat nîşan dan, û herwisa li cihekî bi navê “Qemçî Şerîf”, li gundê “Gelînî” a girêdayî devera Jawero a ser bi bajarê Sine, bi lidar xistina çalakiyên banghêjî û bi nivîsîna silogan, tîrêjek li hetaw a xebata Demokratan di Gelawêjê de, xiste nav dilê azadîxwazan.