Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yadê 25ê Gelawêjê di Amerîkayê de hate pîrozkirin

17:04 - 26 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Yada 25`ê Gelawêjê 74`e min salvegera avabûna Hîzba Demokrat di welatê Amerîkayê de hate pîrozkirin.

Bi hilkefta 25`ê Gelawêjê, Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, li welatê Amerîkayê, bi armanca pîroz ragirtina yada avabûna Hizba Demokrat, rêûresmek lidar xistin.

Roja Yekşemî 3`ê Xermananê, Komîteya Hizbê li welatê Amerîkayê, rêûresmek lidar xistin.

Rêûresim bi xwandina marşa netewî a “Ey Reqîb” û ragirtina bîstekê bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir.

Piştre peyama Komîteya Hizba Demokrat bi wê boneyê, ji aliyê “Erselan Ramîn” ve hate pêşkêşkirin.

Ew rêûresme bi şahî û govend a amadebûyan dawî pêhat.