Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yaşar Kaya di temenê 78 saliyê de koça dawiyê kir

18:07 - 10 Adar 2016

Kurdistanmedia: Siyasetmedarê Bakura Kurdistanê Yaşar Kaya, ku ev çend roj bûn li Hewlêrê bû, jiyana xwe ji dest da.

Yaşar Kaya sala 1938’ê li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bibû. Kaya sala 1959’an dema di beşa aborî ya Zanîngeha Stenbolê de dixwend, bi 48 kesan re hate girtin, lê piştî sal û nîvekê hate berdan. Wî sala 1965 dersa xwe xilas kir.

Yaşar Kaya, sala 1968’an li ser heman dosyayê ji bo bajarê Konyayê hate sirgûnkirin, lê di heman salê de dîsa vegeriya Stenbolê. Sala 1991ê bû Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiyê (DEP). DEP sala 1994ê ji aliyê dewletê ve hat qedexekirin û hilweşandin. Ji ber doz û xebata siyasî, neçar ma biçe Ewropayê û li wir Parlamentoya Kurdistanê li Derveyî Welat (PKDW) ava kir.

Yaşar Kaya, ji sala 1994ê heta sala 2014ê li bajarê Frankfurtê yê Almanya ma, paşê derbasî Hewlêrê bû. 17ê Nîsana 2014ê jî vegeriya Tirkiyê.

Navbirî piştre vegeriya Hewlêrê, û her li nexweşxaneyeke Hewlêrê de jî koça dawiyê kir.

Komîsyona Ragehandinê ya PDKÎ sersaxiyê dibêje malbaya serbilind ya Yaşar Kaya û bi taybetî civaka hunerî, siyasî ya Kurdistana Bakur.