Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yêketiya Ewrupa li ber Operasyona Leşkerî Firotina Çekan bi Tirkîyê re disekinîne

11:24 - 15 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Yêketiya Ewrupa li bertek û dijkiryara xwe li henber êrişa Tirkiyê bo ser Rojava, givaşan dêxîne ser Tirkiyê.

Yêketîya Ewrupa roja Duşemîyê 22yê meha Rezberê li hev kir ku li ber operasyona Tirkîyê ya bo ser Bakura Surîyê de, niha pêde dê firotina çekan bi wî welatî re sînordar bike.

Wezîrê Derwe yê Alman Heiko Maas ji rojnamevanan re got ku ew naxwazin piştgirîya şer bikin lewma naxwazin çekan biforişine Tirkîyê.

Wezîrên derweye Welatên endam li Yêketiya Ewrupa de, herwiha li hevkirin  ku li ber hewilên lêgerîna neft û gazê li nêzî Qibrisê dê ceza û toleyên aborî danîne  ser Tirkîyê.

Deshilatdarên Hikûmeta Tirkiyê piştî vê biryara Yêketiya Ewrupa, demûdest ragihandin ku ew biryarên Yekîtîya Ewrupa bi tundî red û şermezar dike.