Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Pîşeyî a Mamostayên Kurdistanê, destdirêjiya bo ser keçeke dersxwan şermezar dike

14:54 - 25 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Yekîtiya Pîşeyî a Mamostayên Kurdistana Îranê, ji ber bûyera li xwendingeha “Rahê Şoheda” ku yek ji xwendingehên bajarê Urmiyê ye daxuyanyek belv kir.

Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye:

Xelkê xwedîşeref ê Kurdistanê!

Mamosta û dersxanên ezîz!


Di rêkevta 29`ê Rezbera 1396`an de, di Xwendingeha “Rahê Şoheda” a di taxa “Kuştargah” a ser bi bajarê Urmiyê, ji aliyê karbidestekî besîcî yê wê xwendingehê ve, destdirêjiya cînsî tê kirin bo ser keçeka temen 12 salî a pola pênçem a destpêkî ya wê xwendingehê.

Herçiqas berpirsê vê xwendingehê ji kiryara qirêj a wî besîcî haydar bûye, lê belê bi gefan vê keça dersxwan ber bi mala wê ve dişînin, û gef jê hatine xwarin daku bas ji vê kiriyara qirêj ku derheqê wê de hatiye encamdan ji bo malbat xwe neke. Lê belê malbata wê dersxwanê, vê kiryarê dûr ji mirovahiyê dizanin, û herçiqas ku doz li dijî vê kiryara destdirêjiyê ya wî besîcê rejîmê tomar dikin, lê belê ji aliyê dezgeha ewlekariya rejîmê gef li malbata wê tê xwarin, daku dest ji vê dozê bikêşînin, lêbelê di 1`ê Xezelwerê de, hemwelatiyên bajarê Urmiyê ji vê kiryara nemirovane a wî besîcê rejîmê di vê xwendingehê de haydar dibin, û êrîşê dikin ser vê xwandingehê, û daxwaza sizadana wî besîciyê dikin. Lêbelê tu bersivek ji hemwelatiyên aciz û nerazî re nayê dan, û ev jî neçar dibin, beşek ji vê binkeya bêexlaqiyê agir berdinê.

Yekîtiya Pîşeyî a Mamostayên Kurdistana Îranê, nerazîbûna xwe li hember vê kiryara qirêj a wî besîcê rejîma Îranê nîşan didin, û daxwaz ji mamostayan û dersxwan û xelkên xwedî şeref yên Kurdistan û bixasmanî yên bajarê Urmiyê dikin bi lidarxisitna nerazîbûnên komî, kiryara besîcê rejîmê di xwendîngehên Rojhilata Kurdistanê de eşkere û şermezar bikin.

Yekîtiya Pîşeyî a Mamostayên Kurdistana Îranê
2`ê Xezelver a 1396`an