Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Zanayên Olî ên kurdistanê peyama hevderdî belav kirin

17:24 - 14 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Yekîtiya Zanayên olî ên Kurdistanê li salvegera terorkirina rêberê şehîd, “Dr. Şerefkendî û hevalên wî” peyama hevderî belav kirin.

Di wê peyama hevderdî de hatiyiye: 26`ê Xermanan salvegera terora rêberê netewa me û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di vê rojê de, tarîperestên nezan, xwîna rêberê hertim zîndî ê netewa Kurd bi neheqî rijandin û carek din rûyê reş ê xwe bo hemû cîhanê derxist ku, çende dirinde ye û hêviya wan ji navbirina neteweyeke zilim lê hatî kirin ne!

Di dawiyê de hatiye: Yekîtiya Zanayên Olî ên Kurdistana Îranê bi wê hilkeftê, hevderdiya xwe digel PDKÎ û xelkê Rojhilatê ducar dike û dane zanîn: Em hêvîdarin Rasaniyên şoreşvan micidtir li caran bo bidestanîn armancên rêberên şehîd di vê pêxemê de berdewam bin.

Riha şehîd Dr. Şerefkendî û hemû şehîdên Kurdistanê Şad be

Yekîtiya Zanayên Olî ên Kurdistana Rojhilata Îranê

23`ê Xermanan 1398 a rojî